Nalbant: Em hêviyê nû dikin
Kerem Nalbant ê ji Partiya Çepên Kesk got, "Ji bo nûkirina motîvasyona jiyanê û hêviya paşerojê em dixebitin."
Kerem Nalbant ê ji Partiya Çepên Kesk got, "Ji bo nûkirina motîvasyona jiyanê û hêviya paşerojê em dixebitin."
Li Hatayê rêjeya tevlîbûna li hilbijartinê ji sedî 83 bû. Li Hatayê mîna demên beriya niha AKP bû partiya yekemîn, Kemal Kiliçdaroglû jî bi rêjeyeke kêm a dengan hevrikê xwe derbas kir. Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Kerem Nalbant qala pêvajoya hilbijartinê ya li Hatayê kir û amadekariyên ji bo tûra duyemîn vegot.
Kerem Nalbant anî ziman ku li navenda Hatayê têkildarî binpêkirina ewlekariya sindoqan wan şahidî ji pirsgirêkên cidî re kirine û diyar kir, ku hilweşîna ji ber erdhejê bandor li motîvasyonê, hilbijartinê û ewlekariya sindoqên dengdanê kir.
Nalbant ragihand ku karê bingehîn ê ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê divê bê kirin ew e ku dawî li atmosfera bêhêvî û fikarê ya li bajêr bê anîn. Nalbant got, "Li Hatayê encama hilbijartinê ne ew encam bû ku em li bendê bûn. Ji sedî 70 heta 80'î em li benda dengan bûn. Li qadê ji bilî partiya me partiyeke cuda nebû. Li bajarê ku hate hilweşandin bi rengekî organîzeyî me karê hilbijartinê kir. Encam ne tenê ji bo partiya me, ji bo hemû beşên muxalîf ên li Hatayê cihê xemgîniyê bû. Divê bandora erdhejê û hilweşînê ya li ser mirovên me, encamên hilbijartinê kûrtir neke. Karê ku divê ji bo tûra duyemîn bê kirin ew e ku motîvasyona jiyanê û hêviya paşerojê ya mirovan bê nûkirin. Em jî karê xwe di vê çarçoveyê de dimeşînin û her roj li qadê ne."